Îsraîl red dike ji çiyayê El Şêx vekişe, El Şeybanî jî bersiv da

El Şeybanî diyar kir ku Şam daxuyaniyên Îsraîlê yên der barê mayîna wan a li çiyayê El Şêx de red dike û got ew bi peymana sala 1974`an ve girêdayî ne.

Îsraîl red dike ji çiyayê El Şêx vekişe, El Şeybanî jî bersiv da
1 îlon, 2026   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şeybanî dema ku bi wezîrê karên derve yê Danîmarkayê Lars Lucke Rasmussen re civîna çapemeniyê li dar xist, got daxuyaniyên Îsraîlê yên ji bo venekişîna ji çiyayê El Şêx tê wateya ku ew dixwazin dagirkeriya wan bidome û destnîşan kir ku Şam bi çareseriya dîplomatîk ve girêdayî ye û dixwaze peymana sala 1974`an derbasdar be ku di çarçoveya peymanê de Sûriye Colanê bi rê ve dibe û mafê wê heye ku artêşeke neteweyî ava bike.

El Şeybanî di berdewama axaftina xwe de got Îsraîlê di meha Tîrmehê de 65 caran û di 18 rojê meha Tebaxê de jî 52 caran êriş kiriye, ji destpêka sala 2026`an ve jî 147 kes girtine û hîna ji wan 49 kes nehatine berdan û li Quneytîrayê jî bi ser malan de digire.

Her wiha wezîrê karên derve yê Danîmarkayê jî di civîna çapemeniyê de axivî û got welatê wan destekê dide ku Sûriye xurt bibe, ew amade ne di aliyê aborî de li Sûriyeyê bixebitin û di demeke nêz de peymangeheke Danîmarkayê li Şamê vekin. Her wiha diyar kir ku welatê wan amade ye tecrubeya xwe ya çandiniyê bi Sûriyeyê re parve bike, destekê bide sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin welatê xwe û ji aliyê aborî û ewlehiyê ve hevkariyê bikin.

(np)