Xaça Sor: Hejmara kesên winda li cîhanê sedî 70 zêde bûye

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC), ragihand ku niha li seranserê cîhanê, di nav de li Sûriyeyê jî, nêzîkî 300 hezar kesên winda qeydkirî ne. Komîteyê diyar kir ku ev hijmar ji ber zêdebûna şer pêlên mezin ên koçberiyê û nepabendbûna bi zagonên şer e.

Xaça Sor: Hejmara kesên winda li cîhanê sedî 70 zêde bûye
29 tebax, 2025   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC), ragihand ku niha li seranserê cîhanê nêzîkî 300 hezar kes wekî winda qeydkirî ne, ev rêje di 5 salan de bi qasî sedî 70 zêde bûye.

Rêxistinê di daxuyaniyekê de ku ji Cenevreyê hate weşandin, eşkere kir ku ev zêdebûn encama pirbûna şer, pêlên mezin ên koçberiyê û nepabendbûna bi zagonên şer e.

Her wiha Rêveberê Giştî yê ICRC Pierre Krähenbühl diyar kir ku ji Sûdanê bigire heta Ukraynayê, ji Sûriyeyê bigire heta Kolombiyayê, hejmara kesên winda nîşanek eşkere ye ku aliyên şer û piştgirên wan di demên şer de nikarin mirovan biparêzin.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) diyar ku dewlet û alîyên şerên çekdarî berpirsiyarê sereke yê pêşîgirtina li windabûnan, eşkerekirina çarenûsa kesên winda û peydakirina piştgiriyê ji malbatan  re ne .

Rêveberê Giştî yê ICRC Pierre Krähenbühl di dawiyê de ragihand ku dema alî rêz li qanûna mirovî ya navneteweyî digirin, metirsiya windabûna mirovan kêm dibe.

(ac)

ANHA