Îsraîlê li dijî fermandarê artêşê û serokwezîrê Hûziyan êriş pêk anî

Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku artêşê li dijî serokê fermandariyê û serokwezîrê himkûmetê yê Hûsiyan li Yemenê êriş pêk aniye. Çavkaniyên nêzîkî Hûsiyan jî ragihandin ku serokê hikûmeta Hûsiyan di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de li paytext Sanayê hatiye kuştin.

Îsraîlê li dijî fermandarê artêşê û serokwezîrê Hûziyan êriş pêk anî
29 tebax, 2025   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîê piştrast kir ku li Sanayê 'Li navendeke leşkerî ya rejîma Hûsî' xistine.

Televîzyona Al-Jumhuriya ya Yemenê, ragihand ku Serokwezîrê rêveberiya Hûsî Ahmed El Rahawî dema li taxa Bayt Baws a li başûrê Sanayê bû, bû hedefa êrişê.

Rojnameya Aden al-Ghad jî diyar kir ku ji derdora nêz a Rahavi gelek kes di êrîşê de mirin.

Hate ragihandin ku operasyon bi erêkirina Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir û fermandarên payebilind bi koordîneya Serokwezîr Benyamin Netanyahu hatiye kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di hedefa êrişê de civîneke payebilind hebû ku wezîrên Hûsî û fermandarên leşkerî tevlî bûn.

Îsraîlê got ku Wezîrê Parastinê yê Hûsî û Serokê Fermandariya Giştî jî di nav de gelek kesên payebilind dibe ku hatibin kuştin. Lê belê lîderê Hûsî Abdulmelik El Hûsî di dema êrişê de ne li herêmê bû.