Artêşa Lubnanê: Em dikevin qonaxek krîtîk 

Fermandarê Artêşa Lubnanê Rodolf Heykel diyar kir ku dezgehên leşkerî yên welat derbasî qonaxeke krîtîk dibin ku wê ji bo vê yekê erkên hesas bigirin ser xwe.

Artêşa Lubnanê: Em dikevin qonaxek krîtîk 
29 tebax, 2025   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Artêşa Lubnanê Rodolf Heykel di civîna awarte ya ku karmendên fermandariyê û fermandarên yekîne û alayan beşdar bûn, anî ziman ku artêş di astên cûda de berpirsiyariyên mezin hildigire ser xwe.

Heykel diyar kir ku artêş dikeve qonaxek krîtîk ku tê de ew ê mîsyonên hesas bigire ser xwe û wê gavên pêwîst bavêje da ku serkeftina mîsyona xwe misoger bike, di heman demê de parastina aştî û aramaya navxweyî li ber çavan bigire.

Heykel destnîşan kir ku artêş têkiliyên pêwîst bi rayedarên Sûriyeyê re di derbarê kontrolkirina sînorên bakur û rojhilat de pêk tîne, ji ber ku ev yek xizmeta berjewendiyek hevpar dike.

(ac)

ANHA