Witkoff û Kushner li Kîevê bi Zelensky re civiyan

Witkoff û Kushner, piştî hevdîtina li Moskovê ya bi Pûtîn re, îro li Kîevê bi Zelensky re civiyan.

Witkoff û Kushner li Kîevê bi Zelensky re civiyan
6 îlon, 2026   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Steve Witkoff û Jared Kushner, di çarçoveya hewldanên nû yên rêveberiya serok Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê Rûsya-Ukraynayê de, îro li Kîevê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re civiyan.

Li gorî Reuters’ê, Witkoff û Kushner li Moskovê 3 saetan hevdîtin bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re kirin, piştre berê xwe da Kîevê. Lê di hevdîtinan de tu pêşveçûneke berbiçav di çareserkirina aloziyê de pêk nehat.

Zelensky got ku berî ku DYA’yê girîngiyê bide hilbijartinên serokatiyê yên pêşerojê, derfetek heye ku aştî pêk were. Zelensky amadebûna welatê xwe ji bo bidawîkirina şer nîşan da xw diyar kir ku pêdivî bi garantiyên ewlehiyê û aştiyek ku rûmeta Ukraynayê diparêze heye.

Pûtîn civîna xwe bi nûnerên Amerîkayî re wekî "gelek bikêrhatî" bi nav kir, di heman demê de rayedarekî Koşka Spî got gavên din dê di hefteyên pêş de werin ragihandin.

(f)