Elî Gamêş.. gundeke bîra deverê di nava girên şûnwarî de diparêze

Gundê Elî Gamêş li herêma Koçeran ya Dêrikê bîra xwe ya bi dehên salan diparêze, li gund xweza, çîrokên gelêrî û şahidiya şûnwriyan xwe dide der, li gorî şêniyan ew şûnwar rastî lêkolînê nehatine. Tevî kêmbûna hejmara şêniyên gund hîn jî li gund girêdana bi xakê tê dîtin. Li gund pirsgirêkên xizmetguzarî hene, yek ji wan jî xerabûna rêyan a di werzê zivistanê de ye.

7 îlon, 2026   06:05
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Gundê Elî Gamêş li herêma Koçeran, nêzî 20 kîlometreyan dûrî bajarê Dêrikê ye, ew ji bo kesên ku serdana wê dike, bejahiyeke xwezayê, bîra deverê û çîrokên gelêrî yên ji gelek nifşan hatiye heta roja îro ye. Şêniyên gund jiyaneke bêdeng dûrî qelebalixa bajêr dijîn, ew tevî guhertinên ku li herêmê rû dan girêdayî xaka xwe ne.

Li gorî agahiyên di nava şêniyan de, di dema ku şêniyên herêma Koçeran berê xwe dane jiyana di bin konan de li herêmê gund sala 1937`an hatiye avakirin, beriya ku qonaxa istiqrarê ya avakirina malên axî sala 1946`an dest pê bike, şêniyên wê herêmê berê xwe didan zozanan, ajal xwedî dikirin û çandinî dikirin.

Di çarçoveya mîrateya devokî ya di navbera nifşan de, şêniyên gund girêdana navê Elî Gamêş bi destana “Gilgamêş” a dîrokî ve girê didin, bi demê re gund veguherî komeke niştecihbûnê, şêniyên wê jî bi awayeke sereke debara xwe bi çandinî û xwedîkirina ajalan dike.

Beriya pêlên penaberiyê ya beriya 15 salan li herêmê, li gund nêzî 300 mal hebûn, lê piştre bi hejmara şêniyan gelekî kêm bû, tenê nêzî 50 malbat mane, lê hîn kesên ku lê dijîn debara xwe weke jêdereke sereke bi rêya çandiniyê û xwedîkirina ajalan pêk tînin.

GIR Û ŞAHD ÇÎROKÊN KEVIN DIBÊJIN

Girîngiya Elî Gamêş tenê di dîroka avakirina wê ya nû de nayê sînordarkirin, şênî dibêjin ku li derdora gund hejmarek ji dever û şahidî hene vedigerin demên dîrokî yên kevin, di nav wan de 7 girên ji qûmê hene, ew 7 gir li gel hev rêzkirî ne û bal dikşînin, ew gir ji kevirên biçûk pêk tên.

Şêniyê gund Îbrahîm Umer destnîşan kir ku çîrokên ku di nava pîr û kalên wan de girêdana van 7 giran bi keştiye Nûh ve pêk hatiye, herêm bi taybert di werzê buharê de xweşik dibe, li bejahiyên derdora gund şînkayî zêde dibe.

Li derdora gund herêmeke bi navê “Girê kevirên reş” heye, li gorî şêniyan ev gir ji kevirên ku li ser hatiye neqişandin pêk tê, ew bi şêweyên ajal, şînkayî û sîmayên canî hatine neqişandin, lê hîn ev neqiş nehatine lêkolînkirin.

Gel behsa hebûna şikefteke kûr li herêmê dikin, çîrokên gelêrî jî destnîşan dikin ku berê weke devereke ji bo bicihkirina artêşan dihate bikaranîn, lê ev çîrok mîna yên din in, bi hacetî lêkolînkirinekê ye.

KANÎ Û GOLÊN ŞÛNWARÎ..BÎRA DEVERÊ LI ELÎ GAMÊŞ

Li nêzî gund kaniyeke avê heye girêdayî jiyana şêniyan a salên berê ye, ew jêdereke sereke ya dabînkirina ava vexwarinê, şûştin û pêkanîna pêdiviyên rojane ye.

Îbrahîm Umer dibêje ku berê ev kanî beşeke sereke ya jiyana şêniyên gund bû, li nêzî vê kaniyê 2 golên şûnwarî hene, şênî dibêjin ku ew vedigere serdema Romanî, lê hîn rastî lêkolînekê nehatiye.

Li nêzî gundê Elî Gamêş giryeke din bi navê “Girkê Zebarî” heye, ew gir girêdayî çîrokên xebata kolektîf û cotkariya zeviyan a berê ye, ev yek jiyana rojane ya ku şêniyê herêmê jiyaye derdixe holê.

TEVÎ ASTENGIYAN BI GUND VE GIRÊDAN HEYE

Tevî ku li gundê Elî Gamêş gelek deverên xwezayî, çîrokên dîrokî û mîrateyên gelêrî hene, îro şêniyên wê rastî pirsgirêkên xizmetguzarî tên, yek ji wan jî rewşa rêyan a ku gund bi herêm û gundên derdorê ve girê dide ye.

Îbrahîm Umer destnîşan kir ku di werzê zivistanê de rê rastî zirarên mezin tên, ev dihêle ku tevgera şêniyan, çûn û hatina ji bo bajar û gundên derdorê rastî astengiyan were, ev zehmetiyên gihandina xizmetguzariyê û pêdiviyên sereke jî çêdike.

Tevî astengî û kêmbûna hejmara şêniyan a gund, şêniyên mane ne tenê ji bo niştecihbûnê, ji ber Elî Gamêş beşek ji bîranîn, mîrateya bav, dabîr û babîrên wan e, girêdana xwe ya bi gundê Elî Gamêş re didin nîşandan.

(sb)

ANHA