CENTCOM: Di dorpêçkirina Îranê de 92 keştî rêya xwe guhertin

CENTCOM ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayî ya li ser Îranê de 92 keştiyên bazirganiyê berê xwe guhertin, 3 hatin bêbandorkirin û 2 jî hatine kontrolkirin.

CENTCOM: Di dorpêçkirina Îranê de 92 keştî rêya xwe guhertin
6 îlon, 2026   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro ragihand ku hêzên wê dorpêça deryayî ya li ser Îranê didomînin. CENTCOM‘ê destnîşan kir ku heta niha berê 92 keştiyên bazirganiyê hatine guhertin, 3 keştî hatin bêbandorkirin û 2 jî hatine kontrolkirin.

CENTCOM‘ê di daxuyaniyekê de ku li ser X‘ê weşandiye destnîşan kir ku ev tevger armanc dike ku pabendîbûna bi dorpêça deryayî were garantîkirin. Hate gotin, balafireke şer a F-35A ya Hêza Hewayî ya Amerîkayê tevgerên xwe li ser avên herêmî didomîne.

(bb)