WHO`ê hişyariya belavbûna kolerayê li cîhanê da

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku nexweşiya kolerayê zêde dibe, û diyar kir ku rewşa kolerayê ya li cîhanê ji ber pevçûn, koçberiya girseyî, karesatên xwezayî û guherîna avhewayê, xirabtir dibe.

WHO`ê hişyariya belavbûna kolerayê li cîhanê da
29 tebax, 2025   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) roja Înê ragihand ku nexweşiya kolerayê zêde dibe, îsal li 31 welatan zêdetirî 400 hezar rewşên nexweşiyê hatine tomar kirin.

Rêxistinê piştrast kir ku "rewşa kolerayê ya li cîhanê ji ber pevçûnan û xizaniyê xirabtir dibe ".

WHO`yê diyar kir ku "pevçûn, koçberiya girseyî, karesatên xwezayî û guherîna avhewayê dûye sedema belavbûna nexweşiyê, bi taybet li deverên gundewarî û yên ku lehî lê rabûye. "

Ji destpêka salê heta 17`ê Tebaxê, rêxistinê 409 hezar û 222 rewşên nexweşiyê û 4 hezar û 738 mirin li çaraliyê cîhanê tomar kirine.