ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-8-2025
30 tebax, 2025   02:00

Berdevaka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Ahîn Elî diyar kir ku ramanên Rêber Apo jin ji qirkirinan parastin û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serxistina pêvajoya aştiyê tê dikoşin.’’ BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê li 7 gundan kantonê xebatên sererastkirin û qîrkirina rêyan daye destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Reqayê li ser bingeha pêşxistina rewşa avahîsazî û hêsanbûna tevgera çûn û hatinê xebatên sererastkirin û pêşvebirina têketinên bajêr dane destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevî peymana 10’ê Adarê ku wekî derfeteke dîrokî ya çareseriyê hat nirxandin, lê asoyên dan û standinên nûnerên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê  ne zelal in, heya niha dem ji bo diyalogan nehatiye diyarkirin. Ligel van zextên dewleta Tirk ên li ser Şamê zêde dibin, binpêkirinên meydanî çêdibin, her wiha hikumeta Şamê di nêzîkatiyên xwe de bi israr e. BI WÊNE

Li taxên peytexta Sûriyeyê Şamê guhetrineke demografîk a bêdeng tê kirin, beşek ji wê guhrînê bi rêya koçberiya hundirîn, beşek jî veşartî bi rêyên fremî tê kirin. BI WÊNE

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê dê serhijmariya giştî pêk bîne. (09. 00) BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Parastina Bêtnehrên bi boneya salvegera 10’emîn a damezirandina xwe şahiyekê li Stadyuma Paradayis a li bajarê Qamişlo li dar dixe. (18. 00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ofîsa Têkiliyan a MSD`ê bi sernavê "Peymana 10`ê Adarê.. ber bi Sûriyeyeke pirreng û nenavendî ve" formekê li Hola Zana ya li bajarê Qamişlo li dar dixe. (10. 00) BI WÊNE Û DÎMEN