Washington vekişîna hêzên xwe ji Bexdayê red kir 

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê raporên ku dibêjin hêzên Amerîkayê wê ji sibê û şûn de bi temamî ji Bexdayê vekişin red kirin, her wiha destnîşan kir ku Hêza Peywira Hevbeş niha li gorî bernameya demê ya lihevkirî dixebite.

Washington vekişîna hêzên xwe ji Bexdayê red kir 
29 tebax, 2025   21:38
NAVENA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê nûçeyên ku dibêjin hêzên Amerîkayê wê sibê, Şemiyê, bi temamî ji paytext Bexdayê vekişin, red kirin.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê di daxuyaniyekê de, ragihand ku raporên nîşan didin ku hêzên Amerîkayê wê ji sibê pê ve bi tevahî ji Bexdayê derkevin ne rast in.

Her wiha Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexayê diyar kir ku li gorî daxuyaniya hevbeş a di 27’ê Îlona 2024’an de hatî weşandin, dema dawîhatina mîsyona leşkerî ya Hevpeymaniya Cîhanî ya Têkbirina DAIŞ’ê li Iraqê ragihand, Hêza Peywira Hevbeş niha li gorî dema diyarkirî xebata xwe berdewam dike.

(ac)

ANHA