Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: 77 dronên Ukraynayê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku sê 77 dronên Ukraynayê xistiye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: 77 dronên Ukraynayê hatin xistin
13 adar, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

 Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê bi şev 77 dronên Ukraynayê li herêmên cuda yên Rûsyayê xistine xwarê.

Wezaretê di daxuyaniyê de ragihand ku parastina hewayî "bi şev herî kêm 77 balafirên bêpîlot ên Ukraynayê xistin. 30 ji wan li herêma Bryanskê ya li ser sînorê Ukraynayê û 25 jî li herêma Kalugayê ye hatin îmhakirin."

(bb)