SOHR: Di 24 saetan de 177 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 24 saetên dawî de 177 kes hatin kuştin.

SOHR: Di 24 saetan de 177 kes hatin kuştin
13 adar, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawî de ji bilî 3 komkujiyên ku li Tertûs, Laziqiyê û Hemayê hatine kirin, herî kêm 19 kes li Sûriyeyê hatin kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li gundê Xelsa yê başûrê bajarê Helebê di şerekî çekdarî ya di navbera pismaman de 2 jê zarok 7 kes hatin kuştin û Li ser rêya Tertûs-Banyasê jî ciwanek bi guleyên komeke çekdar hat kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku li herêma Zerzoriyê yê gundewarê Humisê, kesek dema ji kar vedigeriya di êrişa çekdaran ve hat qetilkirin, li bajarê Hîrakê yê Derayê jî çekdaran 3 kes qetil kirin.

Li bejahiya Kebacib û Beşrî yên gundewarê Dêrazorê ji ber teqîna mayînên bermehiyên şer yek jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarokê Şêx Idrîs ê rojhilatê Idlibê jî kesek hat huştin.Li bajarê Eqrebiyaat ê gundewarê rojhilatê Hemayê jî kesek hat kuştin.

Hate zanîn ku li Humsê kesek ku berî du rojan winda bibûn, cenazeyê wî li gileya Nesara hat dîtin û şopên guleyan li ser hatin dîtin.

SOHR’ê bal kişand ser peravên Sûriyeyê jî û da zanîn ku di 24 saetan de li 3 komkujî li Tertûs, Laziqiyê û Hemayê hatin kirin û di encamê de 158 kes hatin kuştin.

(bb)