Rojnameyên erebî: Peymana QSD û Şamê sûprîzeke mezin bû

Rojnameyê erebî di rojevên xwe yên îro de peymana di navbera QSD û desthilata Şamê de wekî "Suprîzeke mezin, nemaze li gel bûyerên bi xwîn ên li herêmên peravî" nirxandin.

Rojnameyên erebî: Peymana QSD û Şamê sûprîzeke mezin bû
13 adar, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de cih da peymana di navbera QSD û desthilata Şamê de û aloziya li herêmên perava Sûriyeyê.

SÛPRÎZÊN MEZIN

Rojnameya El Nehar a Lubnanê destnîşan kir ku "Peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de hat îmzekirin, weke sûrprîzeke mezin ji sûriyeyan re hat ku bi trajediya xwînî ya li herêmên peravê mijul bûn."

Rojnameyê bi bîr xist ku peyman di demekê de ku tawanên komkujî û sûcên qirkirina etnîkî li dijî Elewiyan rêveberiya demkî hejand, hat îmzekirin û hate gotin, "Peymanê hevsengiya wê vegerand û rêya rizgarkirinê da wê. Bi vê boneyê pîrozbahiyên girse hatin lidarxistin."

 GELO SÛRIYE BER BI FEDERALÎZMA VEŞARTÎ VE DIÇE?

Li gorî heman nivîsê, navaroka peymanê li gorî reşnivîsa komîteya destûrî ya pêvajoya derbasbûnê ku belav bûye, destnîşan dike ku Sûriye ber bi rêveberiyeke xweser an federalîzmeke veşartî ve diçe. Hate gotin, pergala serokatiyê û destberdana ji erka serokatiya hikumetê rastiya vê tezê îsbat dike.

’JI DEMA KETINA REJÎMA BAAS’Ê PÊLA HERÎ DIJWAR A TUNDIYÊ’

Rojnameya El Quds El Erebî jî bal kişand ser bûyerên li perava Sûriyeyê û diyar kir "Bûyerên ku ji 6’ê vê Adarê û vir de li Sûriyeyê rû didin û aloziya ewlehiyê, ji dema ketina rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de bû sedema pêla herî dijwar a tundiyê."

Li gorî rojnameyê "Ev bûûyer dema ku komeke çekdar a girêdayî rejîma berê êrişên berfireh li dijî hêzên hikumetê pêk anîn dest pê kir. Êrişên qaşo bi navê parastinê, komên leşkerî yên xwecih, rêxistinên îslamî yê biyanî, her wiha komên xwecih ên sivîl ên bi çek ên ku destek didan hêzên hikumetê beşdar bûn. Piştre dan pey êrişkarên girêdayî Esed û bû sedema şerekî tund ku tê de binpêkirinên mezin ên bi karaktêrên intiaq û taîfî hatin kirin."

(bb)