Weşana çapkirî ya rojnameya Ronahî demkî rawestiya

Ji ber pirsgirkek teknîkî li Çapxaneya Şehîd Herkol a li Dêrikê, weşana çapkirî ya Rojnameyê Ronahî demkî rawestiya. Rêveberiya rojnameyê diyar kir ku xwîner dikarin bi rêya malpera fermî û platformên medyaya dijîtîtl rojnameyê bişopînin.

Weşana çapkirî ya rojnameya Ronahî demkî rawestiya
11 mijdar, 2025   13:35
QAMIŞLO

Ji ber pirsgirêkek teknîkî li Çapxaneya Şehîd Herkol a li Dêrikê, Rojnameya Ronahî weşana xwe ya çapkirî heya demekê rawestand. Rêveberiya rojnameyê ragihand ku xebata sererastkirina çapxaneyê dewam dikin.

Rojnameya Ronahî heftane pênc hejmaran bi zimanên Kurdî û Erebî, 2 hejmarên çapkirî roja Yekşem û Çarşemê belav dike û 3 hejmarên elektronîkî li ser malpera fermî ya rojnameyê: https://ronahi.net/ diweşîne.

Rêveberiya rojnameyê diyar kir ku weşana çapkirî dê piştî sererastkirin çapxaneyê ji nû ve dest pê bike. Rêveberiyê anî ziman ku xwîner dikarin nûçe û gotarên herî dawî bi rêya lînkên elektronîkî yên fermî yên rojnameyê bişopînin:

Malper:

https://ronahi.net/ku/

Facebook

https://ronahi.net/ku/

Inistagram

https://www.instagram.com/

Telegram

https://web.telegram.org/a/#-1002336087308

(k)