Xelkê Reqayê sersaxî ji malbata şehîd El Betran re xwest

Xelkê kantona Reqayê sersaxî ji malbata endamê endamê Gerînendetiya Trafîkê Ubeyde Îsa El Betran re xwest.

Xelkê Reqayê sersaxî ji malbata şehîd El Betran re xwest
Xelkê Reqayê sersaxî ji malbata şehîd El Betran re xwest
Xelkê Reqayê sersaxî ji malbata şehîd El Betran re xwest
Xelkê Reqayê sersaxî ji malbata şehîd El Betran re xwest
Xelkê Reqayê sersaxî ji malbata şehîd El Betran re xwest
Xelkê Reqayê sersaxî ji malbata şehîd El Betran re xwest
11 mijdar, 2025   13:44
REQA

Ji bo endamê Gerînendetiya Trafîkê ya kantona Reqayê Ubeyda Îsa El Betran ê 24’ê Îlonê li ser erka xwe şehîd bûbû, komên sersaxiyê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê hat vedan. Bi sedan şêniyên kantonê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û hêzên Ewlekariya Hundirîn herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Mersîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Hisên El Elî, bi navê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, hevseroka Meclisa Olî Şêx Îbrahîm El Iweyîs û hevseroka Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî, Duha El Elûş bi navê şêniyên Reqayê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwest û soza domandina rêya wan hate dayîn.

Hate gotin ku şehadeta rêya herî bi rûmet e û şehîd ji bo gelê xwe cihê serferaziyê ne.

Di merasîmê de bavê şehîd Salihd El Bûş (Bavê Xelef) helbestek li ser şehîd xwend.

Di dawiyê de dirûşmên "Bi can bi xwîn, em bi te re şehîd" bi dawî bû.

(bb)

ANHA