Hêzên Şamê gefa êrişê li kesên "lihevkirin" red kirin xwar
Hêzên hikumeta Şamê gefa êrişa leşkerî li kesên ku pêkanîna "lihevkirinan" red dikin, xwar.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ji saetên vê sibehê ve li bajarê Telbîsê yê li bakurê Humisê liv û tevgereke mezin a hêzên hikumeta Şamê heye.
SOHR’ê diyar kir serokê şaxa îstîxbarata giştî ya Şamê Husam Loqa, serokê lijneya ewlehî û leşkerî ya Humisê Ehmed Mela, fermandarê Feylaq 3’yan El Mehmûd û serokên şaxê ewlehiyê yên bajarê Humisê dê li bajarê Telbîsê bicivin.
Li gorî SOHR’ê, hêzên hikumeta Şamê gefa êrişeke leşkerî li nêzî 120 kesî yên ku "lihevkirin" red kirine, xwariye.
Hikumeta Şamê ji destpêka vê mehê ve navenda "lihevkirinê" li bajarê Telbîseyê vekiriye.