Wê Netanyahu ji bo agirbesta li Xezayê bi alîkarên xwe re bicive

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê da zanîn ku Netanyahu dê ji bo nîqaşkirina rêbazên pêkanîna agirbestê li Xezayê û berdana dîlgirtiyan, roja yekşemê bi alîkarên xwe yên payebilind re bicive.

Wê Netanyahu ji bo agirbesta li Xezayê bi alîkarên xwe re bicive
29 hezîran, 2025   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat diyarkirin ku civîn wê li navenda Fermandariya Başûr a artêşa Îsraîlê ya li Bîr El Sebih were lidarxistin û tê de wezîrê berevaniyê Israel Katz û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hejmarek ji wezîr û alîkarên Netanyahu, beşdar bibin.

Girêdayî wê, serokê Amerîkayê Donald Trump di derengiya şeva şemiyê de bang li Hemas û Îsraîlê kiribû ku ji bo berdana girtiyan û pêkanîna agirbestê peymanê îmze bikin.

(mh/fr)