ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 30-06-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 30-06-2025
30 hezîran, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Til Birakê diyar kirin ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan armanca wan a bingehîn e û got: "Ji bo bicihanîna vê armancê em ê asta xebat û têkoşînê bilind bikin." BI WÊNE Û DÎMEN

Zeynep Kinaci (Zîlan), 29 sal berê bi çalakiya xwe ya fedaî bû çavkaniya têkoşîna azadiya Kurd û jinên Kurd. Rêber Abdullah Ocalan derbarê çalakiya Zîlan de wiha gotibû: “Zîlan bi çalakiya ku pêk aniye, ji bo min borî ye. Ji vir û şûnde ez ancax dikarim bibim milîtan û şopdarê Zîlanê.’’ BI WÊNE

Jinên Ermenî diyar kir ku ji bo aştî û demokrasî pêk werin divê mafên hemû pêkhateyên li ser xaka Sûriyeyê bên parastin, ji bo serkeftina vê pêvajoyê jî divê jin xebatên xwe xurttir bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên koçber ên ji Efrînê ji saziyên mafên mirovan û navneteweyî xwest ku demildest destwerdanê bikin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rawestînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên gundê Sihil ê Tirbespiyê ji bo çareserkirina pirsgireka kehrebeyê bi hevkarî xebat meşand û pirsgirêk çareser kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi çalakiyên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Zîlan di salvegera şehadeta xwe ya 29’emîn de tê bibîranîn. Kongra Star li Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlanê civînekê li dar dixe, (10:00), li bajarê Çilaxa Kongra Star li navenda Çand û Hunerê çalakiyekê ji bo bîranîna şehîd Zîlan li dar dixe, (10:00), li gundewarê rojhilatê Dêrazorê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbioya civînekê li hola meclisê li dar dixe, (10:00), her wiha li hola PYD’ê ya Tirbespiyê şehîd Zîlan tê bibîranîn, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Li kantona Reqayê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya çalakiyekê li dar dixe, (13:00), li kantona Tebqayê jî civînek tê organîzekirin, (13:00), li kantona Firatê jî Kongra Star li Qada Şehîd Egîd a Kobanê çalakiyekê li dar dixe, (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê, şehîdên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê li Nivîsgeha PYD’ê bi bîr tîne, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê sersaxiyê dide malbata şervanê QSD’ê şehîd Ceger Hesekê li bin konê sersaxiyê ya li gundê Xatûnê yê bajêr, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk bi hevkariya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi navê "Girîngiya rola jinan di edaleta pêvajoya veguhêz de" panelekê, li hola civînan a partiyê ya li Reqayê, li dar dixe, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê bi diruşma "Rengên Zarokatiyê aştiya li Sûriyeyê xêz dikin" Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan, li ser dika Şano ya Şehîd Musena Ebdulkerîm, dest pê dike, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Di roja duyemîn de Mîhrîcana 5’an a Şehîd Zîlan li hola werzîşê ya Hesekê didome, (17:00). BI WÊNE Û DÎME