Tedbîrên berfireh ji bo parastina çemê Ceqceq ji qirêjiyê

Desteya Jîngehê ya kantona Cizîrê 2 qenalên avê yên diherikin ser çemê Ceqceq ên li nêzî çerxerêya Sîvan a bajarê Qamişlo ku hatibûn qirêjkirin, xetimandin da ku ava kanalîzasyonan ji bo avdanê neyê bikaranîn.

Tedbîrên berfireh ji bo parastina çemê Ceqceq ji qirêjiyê
Tedbîrên berfireh ji bo parastina çemê Ceqceq ji qirêjiyê
Tedbîrên berfireh ji bo parastina çemê Ceqceq ji qirêjiyê
Tedbîrên berfireh ji bo parastina çemê Ceqceq ji qirêjiyê
Tedbîrên berfireh ji bo parastina çemê Ceqceq ji qirêjiyê
29 hezîran, 2025   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, Desteya Çandiniyê, Şaredariya Gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji bo pêşîgirtina li zêdegaviyên dijî jîngeh, tenduristî û çandiniyê li gundên Uwêce, Reşwaniye, Til Hemîra û hin gundên derdorê tedbîr girtin.

Hevserokê Desteya Jîngehê Mihemed El Ehmê li nêzî çemê bi beşdariya endamên desteyên tenduristî, çandinî û şaredariyê daxuyanî wend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev zêdegav, piştî rizgarkirina herêmê ji rejîma Baas’ê dest pê kirin û ruxmî hişyariyan hîna deawm dikin û gelek caran ji hêla Nivîsgeha Şopandina Jîngehê ve hatine belgekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama gerên çavdêriyê û civînan de biryara xetimandina 2 qenalên avê yên sereke yên li nêzî çerxerêya Sîvan a Qamişlo yên ku diherikin çemê Ceqceq û desteserkirina amûrên avdana bi ava qirêj hat dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku eger ev zêdegavî bidomin ew ê nehêlin berhemên çandiniyê yên ji wan gundan derbasî bajar û bajarokên kantonê bibin û cotkaran ceza bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de desteyê destnîşan kir ku ew ê hemleyên hişyarkirinê û gerên çavdêriyê bidomînin û di dema pêş de gavên dîtir ji bo çareserkirina van aloziyên jîngehê û çandiniyê bi ava qirêj, bavêjin.

(mh/fr)

ANHA