Wê li Dohayê êrişên Îsraîlê bên nîqaşkirin

Wê li paytexta Qeterê Dohayê di rojên yekşem-duşem de civîneke awarte ji bo nîqaşkirina êrişa Îsraîlê ya ser Dohayê were organîzekirin.

Wê li Dohayê êrişên Îsraîlê bên nîqaşkirin
11 îlon, 2025   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Qeterê ragihand ku ji bo nîqaşkirina êrişa Îsraîlê dijî Dohayê wê civîneke awarte ya Erebî-Îslamî di rojên yekşem-duşemê de li Dohayê were lidarxistin. 

Îsraîlê beriya du rojan (9ˊê Îlonê) êrişeke hewayî dijî navendên bicihbûnê yên endamên tevgera Hemasê li Dohayê pêk anîbû. Dewlet, rêxistinên Kendavê, erebî û navneteweyî êrişa Îsraîlê şermezar kirin.

(fr)