Kongreya Îslama Demokratîk semînerek da

Kongreya Îslama Demokratîk li ser avakirina Sûriyeyê nû semînerek da. Di semînerê de girîngiya belavkirina hişmendiya siyasî û olî hat vegotin û hate gotin, divê xîtaba olî xwe bispêre cewherê peyama pêxember Mihemed.

Kongreya Îslama Demokratîk semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk semînerek da
11 îlon, 2025   14:26
HESEKÊ

Di çarçoveya pêşxistina hişmendiya siyasî û olî û avakirina Sûriyeye nû ya li ser esasê demokasiyê de, Kongreya Îslama Demokratîk semînerek bi sernavê "Banga ji bo hişyariyê" da. Semîner li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bi amadebûna rêveberên saziyên sivîl hate dayîn.

Rêveberê Komîteya Kar û Barên Mizgefatan a Kongreya Îslama Demokratîk Ehmed El Casim armanca dayîna vê semînerê diyar kir û got, armanc belavkirina hişmendiya siyasî û olî û tevlêkirina nirxên îslamê nava demokasiya modern e.

El Casim anî ziman ku armanca kongreyê bicihanîna hêviyên welatiyan a siberojeke baştir û avakirina dewletekê ya li ser bingehên azadî, edalet û hevgirtina civakî ye.

El Casim da zanîn ku Sûriyeyê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û got: "Arîşeyên siyasî, olî û civakî yên kompleks hene. Hêzên herêmî û navneteweyî bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê hevgirtina nîştimanî û mirovî, dest li welat werdidin. "

Rêvebera Nivîsgeha Ewqafê ya Şedadê Munteha Mihêmîd jî girîngiya belavkirina hişmendiya olî vegot û diyar kir ku "Divê xîtaba olî kûr be û li gorî pêşketinên mirovî û zanistî be. Divê xîtab xwe bispêre cewhera peyama edalet, azadî ya Pêxmeber Mihemed belav kiriye."

Beşdaran jî girîngiya hişmendiya siyasî û olî li hemberî arîşeyan destnîşan kirin û bal kişand ser rola saziyên olî di piştevaniya diyalog, pêkvejiyana aştiyane û pêşxistina yekitiya nîştimanî de. Beşdaran diyar kir ku divê beşdariya welatiyan a avakirina Sûriyeya nû ya li ser esasê edalet, wekhevî û demokasiyê were xurtkirin.

(bb)

ANHA