Wê li Cinêvê danûstandinên DYA, Rûsya û Ukraynayê pêk bên

Kremlinê ragihand ku di 17 û 18'ê Sibatê de, ji bo çareserkirina şerê li Ukraynayê, wê gera nû ya danûstandinên sêalî di navbera Moskov, Kîev û Washingtonê de li Cinêvê were lidarxistin.

Wê li Cinêvê danûstandinên DYA, Rûsya û Ukraynayê pêk bên
13 sibat, 2026   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlinê ragihand ku gera bê ya danûstandinên Moskow, Kîev û Washingtonê ji bo çareserkirina şerê li Ukraynayê wê di 17 û 18'ê Sibatê de li Cenevreyê pêk were.

Ajansa nûçeyan a Rûsya RIA Novosti ji zimanê berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand ku "Gera din a danûstandinan wê di 17 û 18'ê Sibatê de li Cinêvê were lidarxistin, wê bi formata sêalî di navbera Rûsya, Dewletên Yekbûyî û Ukraynayê de be."

Li gorî ajansê, danûstandinder û şêwirmendê serokatiyê Vladimir Medinsky, ku beşdarî çendîn gerên danûstandinan di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bûye, wê serokatiya şandeya Moskovê li Cinêvê bike.

Şêwirmendê Serokê Ukraynayê Dmytro Lytvyn destnîşan kir ku şandeya Kîevê ji bo van hevdîtinan amadekariyan dike.

Zelensky duh ragihandibû ku Washingtonê pêşniyar kiriye ku piştî 2 civînên li Ebû Dabî, hefteya bê, gera sêyemîn a danûstandinên rasterast di navbera Kîev û Moskovê de li Miamiyê were lidarxistin.

Rûsya, Ukrayna û Amerîka di hefteyên dawî de li Ebû Dabî 2 civîn ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê li dar xistin.

(ac/fr)

ANHA