Biryarnameya tayînkirina Nûredîn Îsa bo parêzgerê Hesekê

Li ser bingeha lihevkirina di navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ji bo pêşxistina hevkariya îdarî û siyasî biryarnameyek hat derxistin ku Nûredîn Ehmed Îsa wek parêzgerê Hesekê hat tayînkirin.

Biryarnameya tayînkirina Nûredîn Îsa bo parêzgerê Hesekê
13 sibat, 2026   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûredîn Ehmed Îsal li gorî biryarnameya serokatiyê ya bi hejmara (30) ya sala 2026ˊan ku îro hatiye weşandin, ji bo parêzgerê Hesekê hat tayînkirin.

Ev tayînkirin li ser bingeha lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ji bo pêşxistina hevkariya îdarî û siyasî ye.

(fr)