'Wê Çîn neçar bibe tev li nîqaşên vekirina Tengava Hurmuzê bibeˊ

Fermandarê Hêzên Deryayî yên Fransayê diyar kir ku Çîn wê neçar bibe ku ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê tev li nîqaşan bibe.

'Wê Çîn neçar bibe tev li nîqaşên vekirina Tengava Hurmuzê bibeˊ
1 nîsan, 2026   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersˊê, Fermandarê Hêzên Deryayî yên Fransî, Amîral Nicolas Faugeur, diyar kir ku Çîn wê neçar bimîne ku rasterast beşdarî çawaniya jinûve vekirina Tengava Hurmuzê bibe, ji ber ku hejmara keştîyên ku niha di Tengava Hurmuz re derbas dibin gengaz e têrê neke.

Di konferansa ewlehiyê ya "Şer û Aştî" de li Parîsê, Amîral Nicolas Faugeur diyar kir ku "Me nedîtiye ku hêzên deryayî yên Çînê, ji bo jinûve vekirina tengavê, destwerdan kir. Li aliyekî din jî, di navbera rayedarên Çînê û Îranê, ji bo misogeriya derbasbûna hejmarek keştiyan diyaloga siyasî ya rasterast hene. Gel ev têrêk dike? Ez bawer nakim."

Nicolas destnîşan kir ku di encamê de, îhtîmal e ku Çîn neçar bimîne rasterast beşdarî nîqaşê bibe û nerazîbûna xwe ya li hember girtina berdewam a tengavê nîşan bide.

(ac/fr)

ANHA