Wê Bendava Firatê ji xizmetkirina milyonan kesî derkeve

Bendava Firatê ya li kantona Tebqayê piştî 7 metre av ji depokirina wê kêm bûn, êdî di demeke nêz de rûbirûyî gefa derketina ji xizmetê ye û ev yek li ser beşên çandinî, enerjî û jîngehê xeteriyek e.

Wê Bendava Firatê ji xizmetkirina milyonan kesî derkeve
Wê Bendava Firatê ji xizmetkirina milyonan kesî derkeve
Wê Bendava Firatê ji xizmetkirina milyonan kesî derkeve
Wê Bendava Firatê ji xizmetkirina milyonan kesî derkeve
Wê Bendava Firatê ji xizmetkirina milyonan kesî derkeve
Wê Bendava Firatê ji xizmetkirina milyonan kesî derkeve
Wê Bendava Firatê ji xizmetkirina milyonan kesî derkeve
Wê Bendava Firatê ji xizmetkirina milyonan kesî derkeve
3 tîrmeh, 2025   07:35
TEBQA

Bi berdewamkirina kêmkirina berdana ava Firatê ber bi xaka Sûriyeyê û Iraqê ve ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve êdî Bendava Firatê li ber rawestînê ye. Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ava ku di Gola Firatê de hebû, ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên niştecihan, xerç dike. Ev jî bû sedema ku herêm nêzî karesateke mirovî be ku di dîroka nû ya herêmê de tu carî nebûye û wê bandora xwe li tevahî aliyên jiyanê yên xelkê li derdora hawiza Firatê bike.

Rêveberê di Rêveberiya Bendavan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Îmad El Ubêd diyar kir ku ji ber kêmbûna mezin a herikîna avê ya ji aliyê Tirkiyeyê ber bi herêmê ve, rêjeya Gola Firatê pir kêm bûye.

El Ubêd destnîşan kir ku mîqdara ava niha ber bi herêmê ve diherike winda dibe, ji ber ku rêjeya hilmbûnê bi tena xwe di çirkeyekê de 80 metredam e. Stasyonên Xefse û Babîrî jî ji bo bajarê Heleb û gundewarê wê di çirkeyê de nêzî ji sedî 70 av dikişîne, li kêlek wê jî du deriyên avdanê yên di qenaya Belîx de di çirkeyê de ji sedî 70 ava dikişînin.

BENDAVA FIRATÊ NÊZÎKÎ "ASTA MIRÎ" DIBE

El Ubêd anî ziman ku asta ava Gola Firatê ji 7 metreyan zêdetir daketiye û bendav gihîştiye astek krîtîk. El Ubêd destnîşan kir ku ji sedî 80 ji depoya stratejîk a golê hatiye xerckirin û êdî bendav pir nêzîk maye bigihîne "asta mirî". Ev jî tê wateya xebat bi tevahî were sekinandin.

Bendava Firatê yek ji girîngtirîn çavkaniyên enerjiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye, di şert û mercên normal de kapasîteya hilberîna wê nêzîkî 880 MW kehrebê dide. Ew yek jî bi rêya 8 jenetoran ku kapasîteya her yek ji wan 110 MW e, pêk tê. Lê kêmbûna rêjeya avê bû sedema daketina berbiçav a hilberînê û gihîştiye 440 MW û niha jî ber bi rawestandina giştî ve diçe.

Hevserokê Desteya Enerjiyê li Kantona Tebqayê Macid El Ebdo diyar kir ku kêmbûna asta ava Çemê Firatê bûye sedema kêmkirina demjimêrên xebitandina kehrebê. Her wiha Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser, bi garantiya Rêveberiya Bendavan, bernameyên stratejîk bi pêş xistiye da ku asta ava Gola Firatê bi qasî ku pêkan be biparêze, ji ber ku demjimêrên xebitandinê niha di asta kêm de sînordar in.

El Ebdo destnîşan kir ku di destpêka vê salê de, dabînkirina kehrebê heta 16 saetan di rojê de hebû. Bi kêmbûna berdewam a dabînkirina avê re, saet pêxistinê daketiye kêmî 10 saetan. Lê ger ev rewş berdewam be wê dakevî kêmî 4 saetan.

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser bi Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re lihevkirinek çêkiribû, da ku hevkariya di beşa enerjiyê de were xurtkirin, Bendava Firatê were parastin û pêdiviyên herêmê werin dabînkirin. Lê ev lihevkirin heta niha neketiye pratîkî.

Der barê beşa çandiniyê de, hevserokê Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya kantona Tebqayê Ehmed El Ebid diayr kir ku kêmbûna zêde ya avê ji çemê Firatê bûye sedema ku gelek erdên çandiniyê ji xizmetê derkevin û hejmareke mezin ji sewalan ji ber kêmbûna avê bimirin. Vê yekê guhertinên mezin di jiyana cotkaran de kirin û pêleke koçberiya hundirîn û derve çêbû.

Her wiha El Ebid da zanîn ku zirara li erdên çandiniyê yên ku ji Çemê Firatê ve têne avdan ji sedî 60 derbas bûye. Li kêlek wê ava binê erdê û berhemên ku ji hêla wê ve têne avdan jî bandor bûne.

Ehmed El Ebid diyar kir ku projeyên pompekirina avê, ku berê 24 demjimêran dixebitin, niha tenê 12 demjimêran dixebitin, û tê pêşbînkirin ku di demek nêzîk de dakevin 6 demjimêran.

Ehmed El Ebid destnîşan kir ku ev kêmbûna zêde ya çavkaniyên avê bi şert û mercên hewayê yên nebaş ve girêdayî ne, ku bandorê li hilberîna çandiniyê jî kiirin. Ev kêmbûna evê dihêle çandiniya havînê jî bi ser nekeve.

24’ê Gulanê, Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ebdullah ragihand ku Iraq bi Tirkiyeyê re lihevkirinek kiriye da ku mîqdara ava ku Tirkiye ji bo şemê Firatê berdide vegerîne asta 500 metrekupî di çirkeyê de.

Lê Tirkiyê pabendî vê lihevkirinê nebû û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hember vê karesatê ku gefan li jiyana milyonan Sûriyeyan bê deng e.

(ac/fr)

ANHA