El Şeri ji nû ve Meclisa Nûneran vedigerîne, lê bi rengekî cuda

Ragihandin û îsrara serok Ehmed El Şeri ya ji bo avakirina "Meclisa Nûneran" a nû li Sûriyeyê rastî pêleke rexneyan hat. Gelek aliyan diyar kir ku El Şeri hewl dide ji nû ve modela desthilatê ya Esed, lê bi awayekî cuda ava bike. lêkolînerekî siyasî got tiştê rû dide ne veguherînek demokratîk e, lê dubarekirina desthilatê bi awayekî xerabtir e.

El Şeri ji nû ve Meclisa Nûneran vedigerîne, lê bi rengekî cuda
3 tîrmeh, 2025   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri ragihand ku ew bi israr e "Meclisa Nûneran" a nû li Sûriyeyê ava bike. Lê ev yek rastî pêlek rexne û pirsiyarên der barê xwezaya projeya siyasî de ku desthilata veguhêz hewl dide pêk bîne, hat.

Ruxmî xîtaba fermî ya ku propagandaya qonaxeke nû dike ku serdema Beşar Esed çû, lê gelek kes diyar dikin ku pirsên îro tên kirin ku ew yek hewla jinûve avakirina heman desthilatê ye, lê bi rûyekî din û navên cuda, ye.

Xetên stûr ên ji bo dîzaynkirina meclisa bendewar tîne bîra mirov ku serok dikare sêyeka endamên Meclisê (50 heta 150 parlamenteran) tayîn bike û ev jî dihêle dengê di hundirê Meclisê de kontrol bike.

Ji vê tayînkirinê diyar dibe ku berdewama yekser a mentiqê (Lîsteya Eniya Neteweyî ya Pêşveroj (Qaîmeya Cebhet El Weteniye El Teqedumiye)) ye ku rejîma Esed bi salan pejirandiye û parlamento veguheribû ku alavekê di destê desthilata rêveber de.

Rêbaza dabeşkirina kursiyan a hatiye pejirandin li gorî "desteyên hilbijêr ên sereke" ye. Ev jî mentiqê berê kontrolkirina bi encaman dide rûniştandin. Bi wê re desthilat dikare namzetan, beriya ku bigihînin sendoqên dengdanê, derxe, weke berê çawa bi rêya saziyên ewlehî û Partiya Baas’ê ji kar dihatin derxistin.

Guhertina navan bi awayekî şekî ji "Karkeran ber bi cotkaran ve", ji "Rûspiyan ber bi rewşenbîran ve" tiştekê ji rastiya ku di meclisê pirrengî tune ye, naguhere. Li kêlek wê jî partiyên muxalif ên bandorker û garantiyên ji bo temsîlkirina hêzên li dijî rejîmê sekinîne, di meclisê de tune ne.

Tevî ku destûrên qanûnsaz ên şeklî ji meclisê re hatine dayîn, lê bi desthilata serok ve girêdayî ne ku mafê wî ye ji nû ve qanûnan saz bike û bêyî piraniya ji du sêyekan, biryarê nede. Bi blokeke diyar di hundirê meclisê de li kêlek wî , vetoya serokatiyê dibe alava felcbûna her pêşniyarekê ku li gorî wî be.

Heta ku şeklî diyar neke, weke reformekê, her tişt di destê serokê de dimîne. Parlamento bi awayekî rastî kar nake. Endamên din jî ne wekî dengê gelê xwe, belê bi dilsozîya serokê têne hilbijartin.

Akademîsyen û lêkolîner siyasî Îbrahîm Muslim der barê vê mijarê de got: "Belê, mixabin tiştê ku li Sûriyeyê diqewime ji nû ve vegerandina pergala desthilatê ye, lê bi rengekî din. Rast e rejîma berê Baasî, neteweperest û navendî bû, lê belê pêkhateyên din bi awayekî şeklî di nav xwe de dihewandin. Lê îro, desthilata niha hema hema, bi heman armancan ve girêdayî ye. Bo nimûne îsrara navê berê yê 'Komara Erebî ya Sûriyeyê' ye."

Muslim wiha domand: "Ji dema Heyeta Tehrîr El Şam hatiye desthilatê ve, piştre bi lez û bez ji bo hin mijarên çapemeniyê konferansa serkeftinê û Kongreya Diyaloga Niştîmanî li dar xistine, êdî aşkera bû ku proje ji nû ve dubarekirina rejîma berê ye û dibe ku ji wê krêttir be. Dema ku serokek veguhêz mafê xwe dibîne ku endaman di Meclisa Nûneran de erkdar bike û li dora xwe kesên firsetxwaz ku di nava baregehan de digerin kom bike, êdî encam krîtîk e; piraniyên li kêlek wî temsîla dengê gel nakin."

Muslim di berdewama axaftina xwe de got: "Ew serokkomar, serokê hikumetê û fermandarê artêşê ye, hesab jê nayê xwestin û tevî wê jî ew bi rêya tayînkirinê hegemoniya Meclisa Nûneran dike. Digel nebûna çavdêriya rast û hebûna hilbijartinên şekî tu veguhertineke demokratîk çênabe. Bi nêrîna min, guhertin tenê li herêmên ku li derveyî desthilata navendî de dest pê dike, wek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Cebel El Ereb. Her wiha hin Sunne, Elewî û Xiristiyan bi dewleteke nenavendî ya ilmanî û demokratîk bawer dikin, lê îro ew pagşuhkirî ne."

Di dawiya axaftina xwe de Muslim got: "Digel desthilata veguhêz a demdirêj û danîna şert û mercên tayînkirinê yên ku desthilat xurt dikin, ne pêkan e axaftina li ser demokrasiyê were kirin. Ger tu guhertinên navneteweyî yên mezin neyên kirin û nexşeya siyasî ya li herêmê neguherin û rêveçûneke nû li ser Sûriyeyê neyê ferzkirin, tu demokrasî çênabe."

(mh/fr)

ANHA