ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 03-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 03-07-2025
3 tîrmeh, 2025   02:00

Rojnamevan Şehla Mohamedî diyar kir ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de qeyrana heyî kûrtir dike û got “Divê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan Azadî’ kom bibin û dawî li rejîmê bînin." BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a El Cirniyê ya kantona Tebqayê amadekariyên pêkanîna rêzeprojeyên xizmetguzariyê bi lêçûna 153 hezar dolarî dike. Ev proje bi hevkariya şêniyan ji bo başkirina binesaziya xizmetguzariyê pêk tên. BI WÊNE Û DÎMEN

Ragihandin û îsrara serok Ehmed El Şeri ya ji bo avakirina "Meclisa Nûneran" a nû li Sûriyeyê rastî pêleke rexneyan hat. Gelek aliyan diyar kir ku El Şeri hewl dide ji nû ve modela desthilatê ya Esed, lê bi awayekî cuda ava bike. lêkolînerekî siyasî got tiştê rû dide ne veguherînek demokratîk e, lê dubarekirina desthilatê bi awayekî xerabtir e. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Sûriyeyê geşedanên bilez pêk tên û der barê siberoja Sûriyeyê de gelek gotûbêj tên kirin. Di vê navberê de projeya Rêveberiya Xweser wek çareseriyeke demokratîk a berfireh derdikeve pêş. BI WÊNE Û DÎMEN

Bendava Firatê ya li kantona Tebqayê piştî 7 metre av ji depokirina wê kêm bûn, êdî di demeke nêz de rûbirûyî gefa derketina ji xizmetê ye û ev yek li ser beşên çandinî, enerjî û jîngehê xeteriyek e. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê şevbuhêrkeke hunerî ji folkolra kantona Efrîn û Şehba û folklora Kobanê, bi beşdariya hunermendên ji Efrîn û Kobanê û bi beşdariya koçberên Efrîn û xelkê Kobanê, li dar dixe, (20:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Mihemed Ehmed li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlaya HPG’ê Şehîd Sêvda li qada Şehîdan a Şêxmeqsûdê merasîmeke xiyabî li dar dixe, (18:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî, panela li ser nîqaşkirina peyama Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê, ku duh dest pê kiribû, dewam dike û bi encamnameyekê bi dawî dike, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN