Baweriya koçberekê: Helbet ez ê li mala xwe vegerim

“Mala min bi erzanî firotin lê nezanîn ku hîna kilîtên hewşê di berîka min de ne. Helbet ez ê vegerim û ji nû ve deriyên wê vekim."

Baweriya koçberekê: Helbet ez ê li mala xwe vegerim
11 ÇILE, 2024   03:35
EYN ÎSA

Cîhan Mihemed Elî (40) dayika 6 zarokan e. Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Cotmeha 2019`an kantona Girê Spî dagir kir, jê koçber bû. Niha li kampa koçberên Girê Spî dimîne ku Rêveberiya Xweser 22`yê Mijdara heman salê li nêzî gundê Til El Simin ê Reqayê ava kir.

Piştî ku dewleta Tirk xelkê kantonê bi zorê koçber kir, dest bi pêkanîna plana xwe ya mêtingeriyê kir ku penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê derbasî kantonê dike û li şûna şêniyên resen bi cih dike. Hejmara penaberên sûriyeyî yên li kantona hatine bicihkirin heta dawiya 2023`yan gihaşt 32 hezaran. Piraniya wan ji Hema, Heleb, gundewarê Şamê û deverên din ên Sûriyeyê ne.

Cîhanê bihîst ku çeteyên Cebhe El Şamiye dest daniye ser mala wê ku kilîtên wê hîna di berîka wê de ne û dûre firotine penabereke ji Hemayê.

Cîhan wiha got: "Ji dema koçber bûne, dibihîzim ku malên me li dû xwe hiştine, desteser dikin û didizin. Lê mala min bi erêkirina dadgehên çeteyan firotine penabereke ji Hemayê."

Cîhan da zanîn ku çeteyên mala wê firotine girêdayî “Polîsên Leşkerî” ne û bi hinceta ku xwediyên malê Kurd in, heta hetayê firotine wê penaberê ku bi wan re kar dike.

Lê belê Cîhan qebûl nekir ku mala wê jê hatiye stendin û got helbet wê vegerin piştî ku dagirkerî jê derkeve.

Cîhan sûcên dewleta Tirk a dagirker a ku penaberên sûriyeyî yên ji herêmên din li malên koçberan bi cih dikin, şermezar kir û got: "Bi vê siyasetê nefretê û fitneyê di navbera sûriyeyiyan de derdixe. Lê mixabin, çawa welatiyek sûriyeyî ji herêmeke din dikare di mala welatiyeke din de bijî û ew jî di kampê de dijî?"

Di dawiyê de Cîhan wiha anî ziman: "Di nêzîk de dê herêmên me ji destê dagirkeran bên rizgarkirin, wê malên me li me vegerin û her çi qas dem dirêj bike dê heq li xwediyê wê vegere."

(şx)

ANHA