Rewşenbîrên Til Temirê: Hêza civakê di hevgirtina wê de ye

Rewşenbîrên Til Temirê anî ziman ku lihevkirina QSD`ê û hikumeta demkî firsend e da ku aramî li herêmê çêbe û seferberî û berxwedan divê berdewam bike.

 Rewşenbîrên Til Temirê: Hêza civakê di hevgirtina wê de ye
4 sibat, 2026   02:45
HESEKÊ

Têkildarî lihevkirina di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de rewşenbîrên Til Temirê ji ajansa me re axivîn. Rewşenbîran got pêvajoya lihevkirinê hesas e û heyanî aramî li herêmê çêbe divê seferberî û berxwedan berdewam bikin.

Ridwan El Xelef got lihevkirina çêbûyî firsend e da ku aramî li herêmê çêbe û wiha dewam kir: “Lê hîna jî hinek alî hene hewl didin li herêmê tevliheviyê çêkin û divê em li hember vê yekê şiyar bin. Di salên borî de hat îsbatkirin ku hêza civakê di hevgirtina wê de ye. Divê em li hember hemû kesên dixwazin tevliheviyê çêkin û civakê ji hev parçe bikin, baldar bin.”

El Xelef her wiha got: “Gel ji bo parastina herêma xwe gelek bedel dan û zane û xwedî tecrube ye. Divê em valatiyê nehêlin û destûr nedin tu kes tevliheviyê çêke.”

Her wiha endamê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Kemal Şêxmûs jî wiha got: “Ev pêvajo gelekî hesas e, ne ji ber lihevkirin çêbû lê ji ber hinek aliyên ku dixwazin vê lihevkirinê têk bibin. Ji ber wê divê li pêşiya agahiyên şaş were girtin û her tim agahiyên rast ji gel re werin dayîn.”

Şêxmûs di dawiyê de wiha got: “Divê em di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir baldar bin. Ji bo ev lihevkirin têk biçe hinek alî agahiyên şaş belav dikin û gumanan çêdikin. Heya aramî li herêmê çêbe, divê seferberî û berxwedan berdewam bikin.”

ANHA