Ehmed El Şeri peyam li NY'ê da

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri peyam li Komeleya Giştî ya NY'ê da. El Şeri bang li civata navneteweyî kir ku piştgiriyê bide hikumeta wî.

Ehmed El Şeri peyam li NY'ê da
24 îlon, 2025   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri di gera 80'emîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de peyam da. Di peyamê de bal li ser serdema rejîma Baas û piştî wê hag kişandin.

El Şeri diyar kir ku Sûriye bûye derfeta aştî, aramî û geşiya herêmê.

El Şeri banga rakirina hemû cezayên li ser Sûriyeyê kir û diyar kir ku domandina cezayan ê Sûriye veguhêze amûra qeydkirina welatiyan.

El Şeri got ku hikumeta wî li ser dîplomasî û aramiyê radibe û pabendiya bi peymana agirbestê nîşan da, her wiha soza hesabxwestina ji hemû sûcdarên ku xwîn rijandine, da.

El Şeri di peyama xwe de wiha domand: "Siyasetên Îsraîlê ne li gorî helwesta navneteweyî ya erênî ya li hemberî Sûriyeyê ne. Îsraîl hewl dide qonaxa demkî ya veguhêz ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û ev jî herêmê ber bi aloziyên bêdawî ve dibe."

Li hemberî wê, nûnerê Amerîkayê li Sûriyeyê Tomas Barrack got ku Şam û Til Avîv êdî ji peymana "agirbestê" ya bi navberkariya Amerîkayê nêzîk bûne. Li gorî peymanê êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê tên rawestandin û bicihkirina wesayît û çekên leşkerî yên giran ên Sûriyeyê li nêzîkî sînor tê qedexekirin.

(mh)