Venezuelayê der barê girtina Maduro de daxuyanî da

Cîgira serokê Venezuelayê got agahiya hikumetê ji cihê Maduro û hevjina wî nîn e.

Venezuelayê der barê girtina Maduro de daxuyanî da
3 ÇILE, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira seroka Venezuelayê Delcy Rodriguez diyar kir li gel hikumeta Venezuelayê tu agahî li ser cihê serok Nicolas Maduro û hevsera wî tune ne.

Delcy Rodriguez ku daxuyaniyek da televîzyona dewletê, got hikumet "delîlên ku serok Maduro û hevsera wî sax in dixwaze".

Cîgira serokê Venezuelayê êrişên DYA’yê bi "xeternak û binpêkirinek rasterast a serweriya neteweyî ya Venezuelayê" bi nav kir.

Serokê DYA’yê ragihandibû ku DYA’yê li dijî Venezuelayê êrişeke berfireh pêk aniye û Nicolas Maduro û hevjîna wî ji aliyê hêzên DYA’yê ve hatine girtin û ew derxistine derveyî welêt. Ev êriş di nava Kongreya Amerîkayê de bû cihê guftûgoyan.

Senatorê Demokrat Ruben Gallego êrişên li ser Venezuelayê wek "neqanûnî" bi nav kirin û got: “Tiştê ku qewimî duyemîn şerê neheq di jiyana min de piştî dagirkirina Iraqê ye.”

(b)