Şîna Huseyîn Aykol di roja duyemîn de ye

Şîna ku ji bo rojnamevan Huseyin Aykol hat danîn, di roja duyemîn de ye. Kesên beşdar bîranîn û hestên xwe di lênûska ku ji bo bîranîna Aykol hatiye danîn de nivîsandin.

Şîna Huseyîn Aykol di roja duyemîn de ye
3 ÇILE, 2026   15:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şîna ku ji bo rojnamevan Hüseyin Aykol ku wekî şehîdê Çapemeniya Azad hat ragihandin, roja duyemîn li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a bajarê Enqereyê a Tirkiyê berdewam dike. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û parlamenterên partiyê û her wiha gelek rojnamevan, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar serdana sersaxiyê kirin.

Malbat, hevkar û hezkiriyên Aykol ku bîranînên xwe di lênûska ji bo wî hat danîn nivîsandin, hevpîşeyên wî û hezkiriyên wî bîranên xwe yên bi wî re li lênûskê kirin. Şîn dê sibê jî berdewam bike.