Vance: Çareserkirina aloziya li Ukraynayê zehmet e

Cîgirê Serokê Amerîkayê, JD Vance diyar kir ku çareserkirina aloziya li Ukraynayê bûye zehmet e û pêşbîn kir ku piştî hevdîtina Trump û Zelensky li New Yorkê pêşveçûn çêbibin.

Vance: Çareserkirina aloziya li Ukraynayê zehmet e
21 îlon, 2026   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), JD Vance îro diyar kir ku çareserkirina aloziya li Ukraynayê zehmet e û destnîşan kir ku Serok Donald Trump bi cidî dixebite da ku wê bi dawî bîne.

Vance di axaftina xwe ya ligel rojnamevanan de got ku pirsgirêk "zehmet e were çareserkirin" û anî ziman ku ew tercîh dike ligel Trump bixebite yê ku "bi cidî li çareseriyê digere."

Vance pêşbîniya xwe anî ziman ku piştî civîna di navbera Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li New Yorkê de dê di mijara Ukraynayê de pêşveçûn çêbibin.

Zelensky ragihand ku di pêwendiyeke telefonê ya ligel Trump de li ser lidarxistina civînekê li New Yorkê ji bo gotûbêjkirina hewldanên bidawîanîna şer, lihevkirinek hatiye çêkirin.

(f)