Eniya Piştgiriya Rojava serdana Nûnertiya Rojava ya li Başûrê Kurdistanê kir

Nûnertiya Rojava ya li Başûrê Kurdistanê îro şandeyek ji Eniya Piştgiriya Rojava ya ji hejmarek siyasetmedarû nivîskar û rojnamevanên Kurd pêk tê, pêşwazî kir.

Eniya Piştgiriya Rojava serdana Nûnertiya Rojava ya li Başûrê Kurdistanê kir
4 mijdar, 2026   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Eniya Piştgiriya Rojava ya ji hejmarek siyasetmedar, nivîskar û rojnamevanên li Herêma Kurdistanê pêk tê serdana Nûnertiya Rojava ya li Başûrê Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de Reyhan Loqo li ser pêşdeçûnên siyasî yên li Rojava, qonaxa heyî, nexasim rêveçûna entegrasyonê, diyalog û astengiyên rûbirûyî herêmê tên axivî.

Reyhan girîngî da qonaxa heyî û hestiyariya wê û destnîşan kir ku pêdiviya rûdanên li Rojava bi helwesteke berpirsiyarane û hevgirtina siyasî û gel, xurtkirina yekrêziya Kurdî, hewldanên hevbeş ji bo parastina destkeftiyan heye.

Reyhan bal kişand ser rola hêz, kesayetên siyasetmedar, çandî û çapemenî li Herêma Kurdistanê û got pêwîst e piştgiriya Rojava were berdewamkirin, têkilî û peywendî di navbera aliyên Kurdistanê werin xurtkirin.

Li aliyekî din jî endamên şandeyê teqezî da berdewama helwesta xwe ya ji bo piştgiriya Rojava, berdewama peywendiya hevgirtinê û xebata hevbeş di vê qonaxê de.

Eniya Piştgiriya Rojava çarçoveyeke siyasî ya giştî ye, ji kesayet û çalakgerên ji tevahî partiyên siyasî yên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê pêk tê. Ji 2018’an heta roja îro piştgiriyê siyasî didin berxwedana Rojava.

Ev serdan, di çarçoveya xurtkirina peywendî, hevrêzî û pevguhertina nêrînên li ser pêşdeûnên siyasî li Rojava û rêbazên piştevaniya wê de pêk tê.

(f)