Ukrayna bi 25 dronan êrişî Rûsyayê kir

Ukrayna bi 25 dronan  êrişî paytexta Rûsyayê kir. Di encamê de du balafirgeh bi awayekî demkî hatin girtin.

Ukrayna bi 25 dronan êrişî Rûsyayê kir
10 mijdar, 2024   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên rûs ragihandin ku Ukraynayê bi kêmanî 25 dron avêtin Moskova û got, di encama bombebaranê de du balafirgeh bi awayekî demkî hatin girtin.

Rayedaran ev êriş wekî ya herî mezin li ser paytextê bi nav kir.

Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanin got, "pergala parastinê 12 drone li herêmên Ramenskia û Kolomenskaya yên Moskovê û bajarê Domodedovo yê li başûrê rojavayê paytextê, îmha kirin.

 Ajansa Keştên Hewayî ya Federasyona Rûsyayê "Rosaviatsia" ragihand ku, "Ji bo ewlehiya firînên balafirên sivîl, ji saet 05.30ˈan li gorî dema GMTˈê û şunde qeydên demkî li ser xebitandina balafirgehên Domodedovo û Zhukovayê hatine danîn."

(bb)