Roja dadgehkirina Şerîfe Mihemedî diyar bû

Pêngava Parastina Şerîfe Mihemed ragihand ku wê rûniştina dadgehkirina Şerîfe di 14’ê Mijdarê de li şaxa duyem ya Dadgeha Înqilaba Reştê were dadgehkirin.

Roja dadgehkirina Şerîfe Mihemedî diyar bû
10 mijdar, 2024   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana mafê jinan û kedkar ya ji bajarê Reşt Şerîfe Mihemedî 45 saliye û niştecihê bajarê Reşte. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. 

Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.

Pêngava Parastina Şerîfe Mihemedî derbarê roja dadgehkirina Şerîfe Mihemedî de daxuyaniyek belav kir.

Pêngava Parastina Şerîfe Mihemed ragihand ku wê rûniştina dadgehkirina Şerîfe di 14’ê Mijdarê de li şaxa duyem ya Dadgeha Înqilaba Reştê pêkbê.

Pêngava Parastina Şerîfe Mihemedî dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku bi navê hemû çalakvanên ku di hilweşandina cezayê darvekirinê de xwedî rol bûn dibêjîn, ji bilî beraetkirina Şerîfe ti biryarek din nayê pejirandin.