Îranê dîsa Nêrgiz Mihemedî destgîr kir

Komîteya Piştevaniya Nêrgiz Mihmedî ragihand ku çalakvana mafên mirovan a Îranî û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023’an Nêrgiz Mihemedî careke din li Îranê hat destgîrkirin.

Îranê dîsa Nêrgiz Mihemedî destgîr kir
12 kanûn, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvan û rojnamevana Îranî Nêrgiz Mihemedî ya ku piraniya 20 salên dawî ji ber sûcên siyasî li welatê xwe di girtîgehê de derbas kiriye, careke din hat destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya komîteya piştgiriyê Nêrgiz Mihemedî 12’ê Kanûnê roja Înê careke din hat destgîrkirin.

Nêrgiz Mihemedî ku berê gelek caran bi sûcdariya “propagandayê” hat darizandin û girtin, vê dawiyê fikarên xwe li ser îhtîmala êrîşa fîzîkî anîbû ziman.

Rojnamevan û çalakvana 51 salî ji ber “têkoşîna wê ya li dijî zordariya Îranê ya li ser jinan û hewldanên wê yên ji bo maf û azadiyên mirovan a bi biryar” ji hêla Komîteya Nobelê ve hatibû xelatkirin. Tevî vê yekê jî Nêrgiz Mihemedî li Îranê hîn jî dibe hedefa zordariyê.

Nêrgiz Mihemedî li Girtîgeha Evînê ya Tehranê dihat girtin, di serê meha Kanûnê de bi awayekî demkî hatibû berdan.