Nûnerê Trump û Pûtîn hevdîtin kirin: Gelek çêker û erênî derbas bû

Hat ragihandin ku hevdîtina di navbera nûnerê taybet ê berê yê Serokê DYA’yê Donald Trump Steve Wîtkoff û Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn ku roja Îna bihurî li St. Petersburgê pêk hatibû, ‘gelek çêker û erênî derbas bû.”

Nûnerê Trump û Pûtîn hevdîtin kirin: Gelek çêker û erênî derbas bû
14 nîsan, 2025   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, roja Duşemê daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtina di navbera  Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û nûnerê taybet ê Serokê DYA’yê Donald Trump ê berê Steve Witkoff gelek çêker û erênî derbas bûye.

Peskov, anî ziman ku hevdîtinên bi vî rengî dibe wesîle ku serok yekser bi hev re bikevin nava peywendiyê.

Di hevdîtinê de hêmanên têkildarî çareseriya şerê li Ukraynayê hebûn. Pûtîn û Witkoff ji meha Sibatê û vir ve cara sêyemîne tên ba hev.

Trump ji dema ku di meha Çile de dest bi wezîfeyê kir û vir ve parêzvaniya bidawîkirina pevçûnê dike û rêveberiya wî di hefteyên dawî de bi rayedarên Rûsya û Ûkranyayê re hevdîtinan dike. Lê ev hewldan hê jî dawî li şer neaniye.

Trump di daxuyaniya xwe ya li ser Truth Socialê da diyar kir ku şer bêwate ye û wiha got, "Divê ev şerê xedar bi dawî bibe. Divê Rûsya gavan bavêje."

Peskov, diyar kir ku niha hevdîtina rasterast a Pûtîn û Trump ne di rojevê de ye, lê pêvajo berdewam e.