Trump û Aoun civiyan

Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun di hevdîtina xwe ya ligel Trump de got, armanca Lubnanê bidawîkirina dijminatiya bi Îsraîlê re ye. Trump jî anî ziman ku ew  amade ne piştgiriya Lubnanê bikin.

Trump û Aoun civiyan
21 tîrmeh, 2026   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro li koşka Spî bi serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun re hevdîtin kir. Hevdîtina di navbera serokên her du welatan de piştî 17 salan a yekemîn e.

Aoun, hevdîtin bi "Pir baş" nirxand. Trump jî anî ziman ku têkiliyên Amerîka û Lubnanê baş in û pesnê serokkomarê Lubnanê da.

Turmp got: "Lubnan welateke ku ji demeke dirêj ve bi xirab nêzî wê bûye."

Her wiha anî ziman ku Washington amade ye di çarçeserkirina hin pirsgirêkên asêmayî de bibe alîkar.

Trump destnîşan kir ku eger serokkomarê Lubnanê bixwaze ew amade ye bi Hizbullahê re biaxive. Trump di axaftina xwe de bal kişand serkeftina Peymana Îbrahîm jî û hêvî kir ku welatên din jî di pêşerojê de beşdar bibin.

Aoun jî got, dem hatiye ku Lubnan û herêm di rewşeke aram û ewlehiyê de bijîn û destnîşan kir ku armanca dawîn ew e dawî li dijminatiya Lubnan û Îsraîlê were.

Serokkomarê Lubnanê daxwaza berdewamiya piştevaniya Amerîka bo artêşa Lubnanê kir û got, bihêzkirina hêzên çekdar bingeha parastina aramiya welat e.

(bb)