Trump: Me gavên mezin ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê avêtin

Donald Trump ragihand ku pêşketin di dan û standinên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê de çêbûye.

Trump: Me gavên mezin ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê avêtin
29 kanûn, 2025   10:29
NAVENDANÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky duh hevdîtineke dirêj li havîngeha Mar-a-Lago ya li Florîdayê pêk anî. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Donald Trump got Ukrayna û Rûsya nêzîkî çareseriyeke der barê herêma Donbasê ya nakok de bûne. Her wiha ragihand ku tevî hin pirsgirêkên asêmayî jî dan û standinên berdewam pêşketineke berbiçav çêkiriye.

Trump anî ziman ku ku çareseriyek hîna nehatiye bi dest neketiye, lê ew nêzîktir dibe û got encamên dan û standinan dikarin di hefteyên pêş de aşkera bibin.

Trump daxuyand ku Rûsya ji Ukraynayê dixwaze ku dest ji kontrola Donbasê berde û got pêdiviya vê daxwazê bi sererastkirinê re tune ye.

Serokê DYA’yê diyar kir peymanek ji bo bidawîkirina şer nêzîk e û destnîşan kir ku dan û standin pir zehmet bûn, lê gavên mezin hatin avêtin, nemaze li gel şêwirmendiyên bi rêberên ewropî re.

Her du aliyan jî destnîşan kir ku lihevkirineke nêzîk li ser peymaneke ewlehiyê di navbera Washington û Kîevê de heye, di heman demê de diyar kir ku pêdivî ye ku hin pirsgirêkên axê werin çareserkirin.

Li ser santrala nukleerî ya Zaporizhzhiayê jî ku xaleke sereke ya nakokiyê ye, Trump diyar kir ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Ukraynayê re dixebite da ku wê ji nû ve bide xebitandin û got Pûtîn "dixwaze santral bixebite û bi mûşekan bombebaran nekiriye."

Kîevê bi berdewamî hevkariya bi Moskovê re di xebitandina tesîsê de red kiribû û pêşniyar kiribû ku kontrolê bi DYA’yê re parve bike.

Trump diyar kir ku plana aştiyê dê fêdeyên aborî yên girîng bide Ukraynayê.

Her wiha Trump daxuyand ku ew niyet dike ku piştî hevdîtina bi Zelensky re bi serokê Rûsyayê re biaxive.

Serokê Ukraynayê jî piştgirî da plana nûkirî ya DYA’yê piştrast kir ku tîmên ji Ukrayna û DYA’yê dê hefteya bê bicivin da ku li ser hûrgiliyên plana aştiyê nîqaş bikin.

(b)