Rojnameyên erebî der barê xwepêşandanên li peravê de çi nivîsî?

Bûyerên li peravên Sûriyeyê û deverên naverasta welat, wek qadeke vekirî ji bo gelek îhtîmalan derketine holê ku daxwazên mafên mirovan û yên civakî bi tirsa vegera tundiyê re tevlihev bûn.

Rojnameyên erebî der barê xwepêşandanên li peravê de çi nivîsî?
29 kanûn, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro li ser xwepêşandanên li herêmên naverast û peravê yên Sûriyeyê yên li dijî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nivîsîn.

‘LEHIYA MIROVAN’ LI PERAVA SÛRIYEYÊ: ZEXTA KOLANAN Û SÎNORÊN XWERAGIRTINÊ’

Rojnameya El Nehar nivîsand ku banga ji bo "lehiya mirovan" li perava Sûriyeyê û xwepêşandanên li Laziqiyê, Tartûs, Hums û Hamayê derketine, tevger ji xwepêşandanên sînorkirî ber bi asteke hesastir ve guhertiye. Van xwepêşandanan daxwazên civakî, aborî û siyasî û bidawîanîna binpêkirinên mafên mirovan û berdana girtiyan, bilind kirin.

Rojnameyê teqîna Humsê bi tirsên zêde yên vegera tundiya birêxistinkirî ve girê da, ev jî di vê qonaxa veguhêz a aloz de zexta li ser desthilatê bêhtir zêde dike.

‘KAOSA NÛ LI PERAVÊ: PEVÇÛNÊN ‘KOLANA LI DIJÎ KOLANÊ’ YÊN ELEWIYAN’

Rojnameya El Exbar nivîsî ku bûyerên li peravê senaryoya "kolana li dijî kolanê" tînin bîra mirov ku hem xwepêşandanên opozîsyon û hem jî yên alîgirên hikumetê li gelek bajarên peravê pêk hatin.

Rojnameyê nivîsî ku li gorî daneyên destpêkê kuştî û birîndar hene û her aliyek yê din tawanbar dike ku tundiyê dike.

Rojname gihaştin wê encamê ku pêşketinên li perava Sûriyeyê ceribandineke nû ye ka hikumeta veguhêz dikare xwepêşandanan bi rê ve bibe û aloziyê kontrol bike.

‘SÛRIYE: ZINDÎBÛNA SIYASÎ LI PERAVÊ Û MODELEK JI BO GUHERTINA NETEWEYÎ YA AŞTIYANE’

Rojnameya El Raî El Yewm nivîsand ku çalakiyên aştiyane yên berdewam li perava Sûriyeyê, tevgereke siyasî ya birêxistinkirî nîşan didin ku dixwaze di çarçoveyeke neteweyî ya berfireh de guhertinê pêk bîne, dûrî tundî yan bangên ji bo parçebûnê.

Rojnameyê her wiha daxwazên federalîzmê yên li peravê jî nirxandin û ew wek bangên ji bo nenavendîkirina siyasî û îdarî di nava yekitiya dewletê de bi nav kirin.

(k)