Trump: Îhtîmalek mezin e Îsraîlê êrişî Îranê bike
Donald Trump diyar kir ku ew naxwaze bi Îranê re bikeve nava şerekî û diyar kir ku îhtîmalek mezin e Îsraîl êrişî Îranê bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro diyar kir ku îhtîmal e Îsraîl êrişî Îranê bike, lê belê anî ziman ku ew naxwaze Îsraîlê vê yekê bike û naxawze bi Tehranê re bikeve nava şerekî.
Di civîneke çapemeniyê de Trump anî ziman ku îhtîmalek mezin e Îsraîl êrişî Îranê bike û naxwaze bibêje wê Îsraîl êriş bike, lê diyar e "ev yek wê pêk were."
Trump got, "Ew bi hêvî bi Îranê re nekeve nava tu şerî. Ez dixwazim peymanekê bi Îranê re îmze bikim. Em ji wê yekê ve nêzîk in û rêya nerm berz dikim."
Girêdayî wê, malpera Axios diyar kiribû ku nûnerê Amerîkayê Steve Wittkof hişyarî dabû ku eger Îsraîl êrişî Îranê bike, îhtîmal e Îran jî êrişek berfireh li dijî wê pêk bîne.
Çavkaniyên Îsraîlê jî diyar kir ku artêşa Îsraîlê di asta bilind a amadebaşiyê de ye, lê belê serokwezîr Benjamin Netanyahu li benda erêkirina Trump e.
Wittkof agahî dabû endamên komarparêz ên Senatoya Amerîkayê, "ger ew negihîştin tu lihevkirinê", derbeyên leşkerî yên Îsraîlê pêşniyarkirî ne.
Li gorî texmînên îstixbaratî yên Amerîkayê, li gel Îranî nêzî 2 hezar moşekên balîstî hene, ku dikarin heta 2 hezar seriyên teqemenî retil hilgirtin û piranî dikarin bigihînin Îsraîlê.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Eric Corella jî gotibû ku wê êrişên Îsraîlê hêzên Amerîkayê yên li herêmê bixin xeteriyê.
(mh/fr)