Şewata zeviya genim a li Reqayê hat vemirandin

Xebatkarên nuqteya agirkujiyê û şêniyên bajarê Keramê şewata li zeviyeke genim vemirand.

Şewata zeviya genim a li Reqayê hat vemirandin
12 hezîran, 2025   22:17
REQA

Li gorî şêniyên herêmê, ji ber çirûska patoza ku genim li herêma Zor a bajarokê El Hemrat ê bajarê Keramê yê gundewarê rojhilatê kantona Reqayê diçînî agir bi zevî ket. Di encama wê de nêzî 30 donim genim şewitî. Dûre bi alîkariya şêniyan tîmên agirkujiyê agir vemirand.

Foca Agirkujiyê ya kantona Reqayê nuqteyên agirkujiyê li gundewarê kantona Reqayê belav kirin, ku di dema çîninê û parastina ji şewatan de destwerdanê bikin.

 ANHA