Li rojavayê Derayê rewşa aloz
Li rojavayê Derayê di navbera çekdaran û endamên "Ewlekariya Giştî" yên desthilata Şamê de şer û pevçûn derketin. Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku li ser paşxaneya pevçûnana rêya giştî ya ber bi bajarokê Celînê ve hat girtin.

Çekdarên nenas erebeyeke Saziya "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê hedef girt, di encamê de endamekî wê birîndar bû. Piştî vê bûyerê rewşeke aloz derket û dewriye ji bo serdegirtina êrişkaran belav bûn.
Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku rêya giştî ya ber bi bajarokê Celînê ve hat girtin û pevçûnên bi çekên sivik û navîn hîn didomin.
Duh jî di êrişeke çekdarî ya li dijî rêbenda "Ewlekariya Giştî" li bajarê Tilkelexê yê gundewarê rojavayê Humsê de 4 endamên wê hatin kuştin û birîndarkirin û hêzên leşkerî ber bi deverê ve hatin şandin. Şênî ji ber egera pêkhatina komkujî û binpêkirinan di nava metirsiyê de ne.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) re aşkera kirine, li ser paşxaneya nakokiyên berê yên di navbera çekdaran û rêveberiya "Ewlekariya Giştî" ya li Tilkelexê de, ev êriş hate kirin. Êrişkaran çekên sivik û navîn pêk anîn.
Girêdayî wê, çekdaran êrişî taxa Eyn El Xedra ya bajarê Tilkelex kir û agir berda çend malan.
(mh/fr)