Trump gefa êrişeke tund li dijî Îranê xwar

Serokê DYA’yê Donald Trump gefên pêkanîna êrişeke tund li dijî Îranê xwarin, ger ku bi Îranê re lihevkirine çênebe.

Trump gefa êrişeke tund li dijî Îranê xwar
30 adar, 2025   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi peywendiyeke telefonê bi kanala BBC News a Amerîkayê re serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donlad Trump got ku eger Îran bi DYA’yê re lihevkirinekê li ser pêşnexistina çekên nukleerî pêk neyne, ew ê bi xurtî Îranê bombebaran bikin û bacên gumrikê zêde bikin.

Trump got ku di navbera berpirsên Amerîka û Îraniyan de dan û standin pêk tên.

(mh/fr)