Xelkê Laziqiyê bi hêviya siberojeke baştir cejnê pêşwaz dike

Şêniyên perava Sûriyeyê bi hêviyên siberojeke baştir û jiyaneke ewletir pêşwaziya cejnê dikin. Li sûkên bajêr tevgera kirîn û firotinê geh sar geh geş dibe, lê dîsa jî şênî hêviya xwe ya derbaskirina zehmetiyan û xurtkirina têkiliyên civakî di vê rewşê de, qut nekiriye.

Xelkê Laziqiyê bi hêviya siberojeke baştir cejnê pêşwaz dike
Xelkê Laziqiyê bi hêviya siberojeke baştir cejnê pêşwaz dike
Xelkê Laziqiyê bi hêviya siberojeke baştir cejnê pêşwaz dike
Xelkê Laziqiyê bi hêviya siberojeke baştir cejnê pêşwaz dike
30 adar, 2025   19:38
LAZIQIYÊ

Di çarçoveya amadekariyên ji bo Cejna Remezanê de dirêjiya kolanên bajarê Laziqiyê bi rengê cejnê hatine xemilandin. Şênî piştî fitarê û nimêja terewiyan heta rêjeyeke navîn dadikevin sûkan û amadekariyê ji bo cejnê dikin.

Firoşkarê cil û bergan li sûka Enabî, Samir Ebû Hemze got: “Jiyan ranaweste. Tengasî ji ser sînga me çû. Ji bo me, em wekî gelê Sûriyeyê tu hilbijartinên dîtir li vî welatî tune ne, hilbijêra me ya yekane em bijîn û jinûve vî welatî ava bikin."

Ji sûka Enabî heta Şêx Dahir û sûka Zêr, atmosfera amadekariyên ji bo cejnê ye. Kolanên sûkan geh sar geh jî geş dibin.

Bazirganekî sûka li navenda bajêr, Mustefa Cexcûxa diyar kir ku tevgera sûkan baş e û hêvî kir ku bi vê rêjeyê bidome. Lê karmendekî di sûka cil û bergan a Enabî de diyar kir ku tevgereke baş a kirînê heye, lê şênî ji ber pirsgirêkên aborî û kêmbûna pereyan zehmetiyan dikişînin û got: "Em hêvîdar in rojên bê baştir bin."

Firoşgehê şîraniyê detnîşan kir ku ji ber kêmbûna pereyan di nav şêniyan de tevgera kirînê hîn jî lewaz e.

Li sûkên Laziqiyê ji bo ku şênî li gorî rewşa xwe ya aborî bikarin cil û bergan, şîranî û pêdiviyên cejnê bikirin, bazirganan nirxên gelek berhemên xwe bi rêjeya ji sedî 20 heya 50 kêm kirin.

Tevî rewşa dawîn a peravê dîsa jî şêniyên wê bi hêvî ne ku birînên xwe bi jiyaneke hevbeş û aştiyane derman bikin û têkiliyên civakî xurt bikin û hêvî kir ku rewşa bajêr û tevahî peravê aram û îstîqrar be.

(mh/fr)

ANHA