Trump gef xwar: An îmzekirina peymanekê yan wêrankirina tevahî Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar ku eger peymanek neyê çêkirin, dibe ku "tevahî welat were wêrankirin" û diyar kir ku Tehran "tenê zimanê hêzê fêm dike."

Trump gef xwar: An îmzekirina peymanekê yan wêrankirina tevahî Îranê
19 nîsan, 2026   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku eger peymanek neyê çêkirin, dê Îranê bi tevahî hilweşîne, di heman demê de geşbîniya xwe ya xurt a der barê pêşveçûna danûstandinan de anî ziman.

Kanala Îsraîl 12 li ser zimanê serokê Amerîkayê diyar kir ku çarçoveya peymanek bi Îranê re amade ye û got ku Îran "tenê zimanê hêzê fêm dike."

Trump destnîşan kir ku rêveberiya wî dê "şaşiya Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama di dayîna pereyan ji Tehranê re dubare neke" û hişyarî da Tehranê ku eger peymanekê îmze neke ew rûbirûyî "encamên xirab" be û ev encam "wê tevahî welat were wêrankirin".

Ajansa nûçeyan a Îranê (IRNA) diyar kiribû ku agahiyên der barê lidarxistina gera 2ˊyemîn a danûstandinan li Îslamabadê belav dibin derew in.

(fr)