IRNAˊyê agahiyên têkildarî lidarxistina gera 2ˊyemîn a danûstandinan derewandin

IRNAˊyê ragihand ku agahiyên li ser lidarxistina gera 2ˊyemîn a danûstandinan li Îslamabadê tên parvekirin derew in.

IRNAˊyê agahiyên têkildarî lidarxistina gera 2ˊyemîn a danûstandinan derewandin
19 nîsan, 2026   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Îranê "IRNA" diyar kir ku raporên ku li ser lidarxistina gera 2'yemîn a danûstandinan li Îslamabadê belav dibin derew in, ji ber ku rêveçûna danûstandinan hîn jî bi astengiyên ku rê li ber pêşveçûnê digirin re rû bi rû ye.

IRNA da zanîn ku daxwazên zêde yên Amerîkî, şertên nerealîst, guhertinên dubare yên helwestan û daxuyaniyên nakok, berdewama binpêkirina agirbestê di çarçoveya dorpêça deryayî de  xîtabên gefxwarinê hemû faktor in ku heya niha pêşketina danûstandinan asteng kirine.

IRNA destnîşan kir ku bi van şert û mercan re, tu nîşaneyên bidestxistina encamên berbiçav nîn in.

Di dawiyê de IRNA dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi zêdekirina "çîrokên medyayî" tawanbar kir ku dikevin çarçoveya "lîstika sûcdarkirinê" û armanc jî ew e ku zextê li ser Îranê were zêdekirin.

(ac/fr)

ANHA