Li Çilaxa û Dêrikê li dijî destdirêjiya li ala Kurdî meş

Xelkê bajarên Çilaxa û Dêrikê bi meşan nerazîbûn û hêrsa xwe li dijî kesê destdirêjî li ala Kurdî kir nîşan da û got: "Ala Kurdî nasnameya gelê Kurd e."

Li Çilaxa û Dêrikê li dijî destdirêjiya li ala Kurdî meş
Li Çilaxa û Dêrikê li dijî destdirêjiya li ala Kurdî meş
Li Çilaxa û Dêrikê li dijî destdirêjiya li ala Kurdî meş
Li Çilaxa û Dêrikê li dijî destdirêjiya li ala Kurdî meş
Li Çilaxa û Dêrikê li dijî destdirêjiya li ala Kurdî meş
Li Çilaxa û Dêrikê li dijî destdirêjiya li ala Kurdî meş
Li Çilaxa û Dêrikê li dijî destdirêjiya li ala Kurdî meş
Li Çilaxa û Dêrikê li dijî destdirêjiya li ala Kurdî meş
19 nîsan, 2026   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Çilaxa û gundewarê wê yê herêma Cizîrê ji bo bûyera duh a êrişa ser ala Kurdî ji aliyê kesê bi navê Hisên Ebdulqadir El Hiso ve hate kirin derketin xwepêşandanê û got ku sûcên bi vî rengî nayên qebûlkirin û ew hewildaneke înkara hebûna Kurdan e. Şêniyan daxwaza hesabdayînê ji sûcdar kir.

Şêniyan ji Qada Şehîd Mahsûm bi siloganên bijî Kurd û sembolên wan dest pê kir. Şêniyan diyar kir ku ala Kurdî rûmeta gelê Kurd tevahî ye.

Ji ber girtina sûcdar şêniyan spasiya Asayîşê kir û daxwaz kir ku hesab ji wî were xwestin.

Bi heman boneyê bi sedan xelkê Dêrikê li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê amade bûn û bi erebeyan meşek li dar xist, erebe bi alên Kurdî xemilandin.

Girse ber bi têketina bajêr ve çû, bi hildana alên Kurdî li tevahî kolanan geriyan.

(ac/fr)

ANHA

DÊRIK

ÇILAXA