Nûnerên DYA`yê Witkoff û Kushner gihaştin Moskovê

Nûnerên DYA`yê gihaştin Moskovê û dê der barê dan û standinên ji bo Ukraynayê de hevdîtinê bi Pûtîn re bikin.

Nûnerên DYA`yê Witkoff û Kushner gihaştin Moskovê
12 mijdar, 2026   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rûsyayê Sputnîkê îro da zanîn ku nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Steve Witkoff û zavayê serokê DYA`yê Jared Kushner gihaştin paytexta Rûsyayê Moskovê. Dê hevdîtinê bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bikin. Di hevdîtinê de dê dan û standinên li ser krîza Ukraynayê nîqaş bikin. 

Ajansê diyar kir ku girîngiya serdanê di wextê wê de  ye, dan û standinên li Ebû Zebiyê pêk hatin 2 rojan dewam kir û şande ji Rûsya, Ukraynayê û DYA`yê tev lê bûn.

Kushner duh (çarşem) anîbû ziman ku dê ew bi nûnerên DYA`yê Steve Witkoff re biçe Moskovê û hevdîtinê bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bikin.

Her wiha Kushner di civîna çapemeniyê ya li Îmaratê de gotibû: "Ez û Steve Witkoff plan dikin ku sibe (pêncşem) biçin Moskovê û hevdîtinê bi serok Pûtîn re bikin. Em ê di hevdîtinê de dan û standinên Rûsya, Ukraynayê û DYA`yê nîqaş bikin û hewl bidin di hinek mijaran de gavan biavêjin. Ji ber ku em dibînin derfet heye ku gav were avêtin."

Roja çarşemê li Ebû Zebiyê Rûsya, DYA û Ukraynayê dan û standin kirin û 2 rojan dewam kir.

(np)